Aborî

Li Tirkiyeyê pirsgirêkeke ku di xetên elektrîkê da qutbûneke giştî çêbe, tuneye

Gülşen Çağatay  | 01.05.2025 - Rojanekırın : 03.05.2025
Li Tirkiyeyê pirsgirêkeke ku di xetên elektrîkê da qutbûneke giştî çêbe, tuneye

Ankara

 Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar ragihand, li Tirkiyeyê pirsgirêkeke ku di xetên elektrîkê da qutbûneke giştî çêbe, tuneye.

Bayraktar di serdana xwe ya li navçeya Golbaşiyê da der barê qutbûna elektrîkê ya li Îspanya û Portekizê û qismeke Fransayê da diyar kir sedem hê nayê zanîn û got ku tê texmînkirin ku ji ber nelihevkirina pergalî be.

Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar der barê rewşa Tirkiyeyê da diyar kir, şebekeye zexim ya Tirkiyeyê heye.

Bayraktar destnîşan kir, li Tirkiyeyê pirsgirêkeke ku di xetên elektrîkê da qutbûneke giştî çêbe, tuneye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.