Di roja 3yem a Eyda Qurbanê da di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da 11 Filistînî hatin kuştin

Istanbul
Artêşa Îsraîlê di roja 3yem a Eyda Qurbanê da jî êrîşên xwe yên dijî Xeta Xezeyê domandin û ji ber êrîşan herî kêm 11 Filistînî hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Artêşa Îsraîlê ya ku ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va cihên wekî nexweşxane, dibistan û konên Filistîniyên derbederbûyî lê dimînin dike armanc, di roja 3yem a Eyda Qurbanê da jî sivîl kirin hedefa xwe.
Li gorî agahiya ji çavkaniyên xwecihî û tenduristiyê hat wergirtin, ji ber êrîşên Îsraîlê yên di roja 3yem a eydê da 11 Filistînî hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va hejmara Filistîniyên di êrîşên Îsraîlê da hatin kuştin derket 54 hezar û 772yan û ya birîndaran jî derket 125 hezar û 834an.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.