Dinya

Di roja duyem a eydê da ji ber êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê 50 Filistînî hatin kuştin

Mohammed Hamood Ali Al Ragawi, Muhammed Emin Canik  | 07.06.2025 - Rojanekırın : 07.06.2025
Di roja duyem a eydê da ji ber êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê 50 Filistînî hatin kuştin

Gazze

 Artêşa Îsraîlê di roja duyem a Eyda Qurbanê da jî êrîşên xwe yên dijî Xeta Xezeyê domandin û ji ber êrîşan herî kêm 50 Filistînî hatin kuştin.

Artêşa Îsraîlê ya ku ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va cihên wekî nexweşxane, dibistan û konên Filistîniyên derbederbûyî lê dimînin dike armanc, di roja duyem a Eyda Qurbanê da jî sivîl kirin hedefa xwe.

Li gorî agahiya ji çavkaniyên tenduristiyê hat wergirtin, ji ber êrîşên Îsraîlê yên di roja duyem a eydê da 50 Filistînî hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Şahidên bûyerê destnîşan kirin ku artêşa Îsraîlê li Xan Yûnisê avahî teqandin.

Ji aliyê xwe va Mehmûd Basalê Berdevkê Midûriyeta Parastina Sivîlên Xezeyê di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku balafirên şer ên Îsraîlê li başûrê bajarê Xezeyê li Taxa Sebrayê mala 3 qatî ya malbata "Ebû Şerîa" ya însan tê da dijîn bordûman kir.

Basal diyar kir ku di êrîşê da 6 jê zarok 15 Filistînî hatin kuştin û 50 kes jî birîndar bûn.

Di êrîşa artêşa Îsraîlê ya dijî herêma Falucayê ya li Cibaliyeya li bakurê Xezeyê da jî 2 Filistînî hatin kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın