Li Silêmaniyê kêmbûna berf û baranê bandoreke neyinî li asta avê dike

As Sulaymaniyah
Tê diyarkirin ku li Silêmaniya bajarê Iraqê ji ber ku îsal şilî li gor sala borî kêm bû asta avê jî kêm bûye.
Berdevkê Midûriya Karên Avê ya Silêmaniyê Amanc Celal Mecîd daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi projeyên Dukan û Serçinarê va ji bo welatiyan av peyda kirin û di temînkirina avê da tu guherînek çênebû.
Mecîd da zanîn ku di projeya avê ya Serçinarê ya ku avê dide ji sedî 30ê nifûsa bajêr da ji hêla çavkaniyên avê va pirsgirêk heye û asta avê gelekî kêm bûye û got ku "Salên borî di çavkaniyên avê yên Serçinarê da kêmbûneke wiha çênebibû. Ev proje girêdayî çend çavkaniyên avê ye. Ew jî girêdayî baranê ye. Her sal mehên hezîranê da çavkaniya projeyê bi avê tijî dibû."
Mecîd da zanîn ku li gor par mîqtara berf û baranê hema bêje ji nîvî zêdetir kêm bûye.
Mecîd bangî welatiyan kir ku ji ber kêmbûna avê bila avê îsraf nekin û behs kir ku wek midûrî ji bo ku projeyan nû bikin û pêş bixin her cure hewldanê didin.