Jiyan

Çar têjikên guran ên jihalketî li Wanê hildan bin parastinê

Emre Ilıkan  | 07.06.2025 - Rojanekırın : 07.06.2025
Çar têjikên guran ên jihalketî li Wanê hildan bin parastinê

Van

 Çar têjikên guran ên li Mûşê jihalketî hatin dîtin, li Navenda Parastin û Rehabîlîtasyona Ajalên Beyanî ya Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê hildan bin parastinê.

Malbateke ku heywandariyê dike, li Zozanê Îskender ê li bajaroka Karaagaçliyê 4 têjikên guran ên jihalketî dîtin û radestî ekîbên Midûriyeta Parastina Xwezayê û Parqên Neteweyî kirin.

Têjikên guran piştî ku ji hêla veterîner qederekê hatin xwedîkirin, ji bo tedawî û rehabîlîtasyonê bo Navenda Parastin û Rehabîlîtasyona Ajalên Beyanî ya Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê hatin veguhestin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın