Li Diyarbekirê jimara kesên ku di şewata avahiyeke 13 qatî derket da mirin derket 4an

Diyarbakir
Li Diyarbekirê jimara kesên ku di şewata avahiya 13 qatî derket da mirin derket 4an.
Waliyê Diyarbekirê Murat Zorluoglu li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl kesên ku di şewata li Sîteya Rojava ya Kolana 566emîn a Taxa Firatê ya li Kayapinara navçeya navend di avahiyeke 13 qatî da derket, birîndar bibûn ziyaret kir.
Zorluoglu piştî ziyaretê li ber nexweşxaneyê daxuyanî dan rojnamevanan û got ku di erefeya Cejna Qurbanê da li Diyarbekirû bûyereke gelekî dilsoj qewimî û di avahiyê da ji ber sedemeke hê nayê zanîn şewat derket û 4 kes mirin.
Zorluoglu diyar kir ku di şewatê da 3 jê zarok 4 kes ji ber dûmanê mirin, agirkujş, AFAD, UMKE, polês û yekîneyên din ên sewqî cihê bûyerê kirin bi lez hatin cihê bûyerê û ji avahiyê ji 30 kesî zêdetir mirov derxistin.
Zorluoglu got ku ji kesên hatin texliyekirin û ew neqlî nexweşxaneyan kirin û wiha axivî:
"Mixabin ku ji van 17 kesan 4 kes mirin. Ji 13 welatiyên birîndar 3 kes hatin texliyekirin. Li nexweşxaneyên me yûn cuda 10 birîndar hene. Ji vana rewşa 9 kesan gelekî baş e, yek di asta navîn da ye û birîndarên me yên ku xetereya jiyana wan heye, nemane. Xwedê rehma xwe li 3 zarokên me û dayika wan bike, serê malbat û xizmên wan sax be. Ez ji bo welatiyên me yên birîndar şifayê dixwazim. Ji aliyekî va serdozgeriya me ji aliyê din va em ji hemû aliyan va bûyerê vedikolin. Yên ku îhmala wan heye dê teqez hesabê bidin. Di rojekî wiha da wek Diyarbekir rûbirû mayîna bûyereke wiha em gelekî xemgîn kirin. Mixabin ku em wek Diyarbekir dilşikestî dikevin Cejna Qurbanê."
Zorluoglu behs kir ku sedema derketina şewatê tê vekolîn û got ku "Min ji teşkîlata me ya agirkujiyê pirsî. Hê sedema wê tesbît nekiribûn. Înşeallah dê di saetên pêş me da, rojên pêş me da sedema şewatê bi lêkolînên teknikî va helbet derkevin holê. Li gor agahiyên ewil ên gihaştine me, ji ber şewatê ji daîreyên xwe derketine û berê xwe dane merdîwenan. Dûmana zêde ya li merdîwanan tesîrê wan kiriye û mixabin ku wir wefat kirine. Daneyên ewil ev in."
Di vê navberê da li avahiya şewat lê derket da xebatên sarkirinê dewam dikin.
- Navê dayik û zarokên ku di şewatê da mirin hat tesbîtkirin
Cenazeyên dayik Bîrcan Çavdar û zarokên wê Yunus Emre (12), Elîf û Zeynep (4) ji bo otopsiyê anîn morga Saziya Tibê Edlî ya Diyarbekirê.
Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê di çarçoveya lêpirsîna der barê şewatê dan destpêkirin da wekîlekî serdozgerê û 2 dozger hatin peywirdarkirin.
Li ser îxtimala dibe ku şewat ji panoya ceyranê derketiye, disekinin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.