Li Meletiyê wesayîtek welgeriya şerampolê, 2 kes birîndar bûn

Malatya
Li Hekîmhana navçeya Meletiyê wesayîtek welgeriya şerampolê, 2 kes birîndar bûn.
Wesayîta ku şofêrê wê A.E. û plaqeya wê 57 AAN 600 e li Taxa Hasançelebiyê ji kontrolê derket û welgeriya şerampolê.
Kesên der û dorê caw dan rayedaran û ekîbên Tenduristiya Bilez a 112yê, polês û cendirme hatin cihê qezayê.
Di qezayê da şofêr û S.E birîndar bûn.
Ekîban bi ambulansan birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletiyê.