Siruşthez li Şirnexê berê xwe didin Zozanên Feraşînê ya xwedî 2 hezar û 625 raqim

Şırnak
Siruşthez li Bêtşebaba navçeya Şirnexê berê xwe didin Zozanên Feraşînê ya xwedî 2 hezar û 625 raqim.
Zozanên Feraşîn ku dikeve sêgoşeya Şirnex, Hekarî û Wanê bi siruşta xwe ya bêhempa û golên xwe tektonîk ên Feraşîn û Karadagê cihekî balkêş e.
Siruşthezên ku berê rewta xwe didin Feraşînê derfeta wê yekê bi dest dixin ku di nava siruştê demekî xweş derbas bikin.
Fitlonekên robaran yên di navbera platoyên bi çiyayên bilind dorpêçkirî dîmenekî xweş pêşkêşî siruşthezan dikin.
Siruşthezên ku di her gavekê da pêrgî bedewiyeke cuda dibin, li derdora gola Çalyanê ya ku gelek cureyên giyayên endemîk lê pêde dibin bêhnvedana xwe dikin û fotografên dîmenên ku dibînin dikişînin.
Derya Gula ku ji bo dîtina siruştê ji Ispartayê berê xwe daye Zozanên Feraşînê ji nûçegihanê AAyê ra got, ji bo dîtina van bedewiyên siruştî hatiye herêmê.
Nîsanur Durmaz a ku ji bajarê Elezîzê hatibû herêmê destnîşan kir ku wê derfeta wê yekê dîtiye li zozanan bigere.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.