Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbatên Mûşî nobeta xwe ya li ber avahiya DEM Partiyê domand

İbrahim Yaldız  | 28.05.2025 - Rojanekırın : 29.05.2025
Malbatên Mûşî nobeta xwe ya li ber avahiya DEM Partiyê domand

Muş

 Li Mûşê malbatên ku rêxistina terorê PKKyê zarokên wan revandine serê çiyê, çalakiya xwe ya li pêşiya avahiya bajêr a DEM Partiyê domand.

Malbatên Mûşî yên ku her çarşem bi hêviya bigihêjin ewladên xwe li ber deriyê DEM Partiyê dicivin, vê hefteyê jî çalakiya xwe pêk anîn û gazî zarokên xwe kirin ku teslîm bibin.

Malbatên ku wêneyên zarokên xwe bilind kirin, diyar kirin ku ew bi hêvî li benda roja vegera zarokên xwe ne.

Ayten Koçhana di çalakiyê da beşdar e, ji rojnamegeran ra diyar kir ku 9 sal e wê ji kurê xwe xeber nestandiye.

Koçhanê diyar kir ku ew kurê xwe ji DEM Partiyê û rêxistina terorê PKKyê dixwaze û wiha dewam kir:

"Ji ber pêvajoya Tirkiyeya Bêteror em bi hêvî û kêfxweş in. Êdî bes e dê û bav digirîn. Êdî em ji hesreta ewladê ra deyax nakin. Kurê min Ersîn were teslîm bibe."

Naciye Sonmez Yildiza ku ji bo kurê xwe di çalakiyê da beşdar e jî wiha xeberda, "Pêvajoya Tirkiyeya Bêteror dest pê kir, înşelah dê her tişt xweştir bibe. Xwedê ji Serokomarê me razî be. Wî ev pêvajo da destpêkirin. Em dizanin ev aştî dê pêk were."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın