Ji Altunê Serokê Ragihandinê berteka ji ber êrîşa Îsraîlê ya dijî keştiya "Madleen"ê ya alîkarî dibir Xezeyê
"Êrîşa Îsraîlê ya dijî keştiya sivîl "Madleenê" ya alîkariya însanî dibir Xezeyê, bi awayekî eşkere binpêkirina hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan e. Em bi awayê herî tund vê êrîşa nemerd şermezar dikin"

Ankara
Fahrettin Altunê Serokê Ragihandina Serokomariyê ragihand ku ew bi awayê herî tund êrîşa Îsraîlê ya dijî keştiya sivîl "Madleenê" ya alîkariya însanî dibir Xezeyê, şermezar dikin.
Altun di parvekirina li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got, "Êrîşa Îsraîlê ya dijî keştiya sivîl "Madleenê" ya alîkariya însanî dibir Xezeyê, bi awayekî eşkere binpêkirina hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan e. Em bi awayê herî tund vê êrîşa nemerd şermezar dikin."
Altun bal kişand ku tehemula rêveberiya Îsraîla siyonîst tuneye ku alîkariyên mirovî jî biçin Xezeyê û wiha got, "Li Xezeyê bi mehan e rûxîn û qetlîamên sîstematîk tên domandin û ev berhema dewleteke terorê ye ku tu pîvaneke exlaqî û hiqûqî jê ra tuneye."
Altun her wiha destnîşan kir ku qewimînên li Filistînê, meseleya hemû mirovahiyê ye û wiha dewam kir:
"Rêveberiya Îsraîlê bi wê wehşetê va ya zêdetirî 20 mehan e didomîne, bûye 'mîkserekî' ku aştiya herêmî tehdîd dike û ewlehiya kurewî dixe bin xetereyê. Her cure helwesteke ku vê rastiyê nabîne, bêdeng yan jî bêbertek dimîne, tê wê maneyê ku dibe şirîkê vî sûcî. Wekî Tirkiye em bangewaziya xwe dubare dikin ku ev wehşet were rawestandin, alîkariyên însanî bênavber bigihîjin Xezeyê û li herêmê aştiya adil were pêkanîn. Em gazî camîeya navneteweyî û hemû mirovahiyê dikin ku guh bidin vê qêrînê û gavên şênber biavêjin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.